Ehmed Turk: Yekîtî hebûya wê îro êriş pêk nehatina

Siyasetmedarê kurd Ehmet Turk destnîşan kir ku eger yekîtî pêkhatiba wê îro li dijî Başûrê Kurdistanê êrîş pêk nehatina. Ehmed Turk gotinên Mesûd Barzanî “Em ê destûrê nedin kurd xwîna hev birêjin” bibîrxist û anî ziman ku pêwîste PDK û Kak Barzanî vê yekê ji bîr nekin.

Dagirkeriya Tirk a dagirker bi her awayî ve ji 23’ê Nîsana borî ve, êrîşî herêmên parastinê yên Medyayê dike.

Bi êrîşan re zededir, êdî dewleta Tirk û PDK bi hevkariyeke mezin li Başûrê Kurdistanê dest bi arandinên li dijî PKK û gelê Kurd kirine.

PKK her çiqas bang li PDK kir jî, PDK heya niha dev ji hevkarî û xeta xiyaneta li dijî Kurdan bernedaye.

Li ser mijarê, Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk destnîşan kir ku ger yekîtî hebûya wê îro êrîş pêk nehatina û got:

“Ji ber yekîtî pêk nehat îro em bi êşên wiha giran re rû bi rû ne.

Eger îro siyaseta kurdan, rêxistinên civakî yên sivîl ên kurdan xwedî hişmendiyek yekgirtîbûna belkî îro hinekan wiha bi rehetî nikaribûya êrîş bike.”

Ehmed Turk destnîşan kir ku ne pêkan e Tirkiyê bi êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê encamê bigire ji ber ku temenê vê siyaseta ku dixwaze kurdan tune bike ne dirêj e.

Ehmed Turk: Divê Barzanî soza xwe bîrneke nehêle şerê birakujî rû bide

Têkildarî şerê birakujî û navxweyî ya li Kurdistanê Turk gotinên Mesûd Barzanî “Em ê destûrê nedin kurd xwîna hev birêjin” bibîrxist û anî ziman ku pêwîste PDK û Barzanî vê yekê ji bîr nekin.

Ji bo holê rakirina tengezariyên heyî navbera PKK û PDK’ê de, siyasetmedarê Kurd pêwstî bi avakirina komîsyinek hevpar dît û ji aliyan xwest ku berpirsyarên xwe bicihbînin.

Ehmed Turk hîna birêz Ocalan ji bo çareseriyê amade ye

Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk dawiyê balkişand li ser tecrîda li ser Rêber Ebdullah Ocalan û destnîşan kir ku hîna Rêber Ocalan baweriya wî bi çareserkirina pirsgirêk bi rêbazên aştiyane, hevdîtinên diyalogê tê û ji bo çareseriyê amade ye.

Back to top button