Wê sibe koma 8’an ya koçberên Efrînê bikevin ser rê û vegerên warê xwe Efrînê.
Ev kom ji zêdetirî hezar û 500 malbatî pêk tê û niha amadekariyên vegerê dikin.
Nûçegihanên me ragihandin ku koma 8’an a koçberên Efrînê roja çarşemê ber bi Efrîn û gundên xwe ve dikevin rê.
Dê kom berbanga sibê ji bajarên Qamişlo bi rê bikevin.
Hat zanîn ku ev malbatên Efrînê li Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê diman.
Niha jî şêniyan erebeyên xwe amade kirine û li benda rêketinê ne.
Dihat payîn ku ev koma 8’an 3’ê hezîranê ber bi Efrînê rê ketiba, lê hatbû paşxistin.



