Li Humsê li taxa Ebasiyê di navbera endamên Ewlekariya Giştî û komeke ji xelkê Bedewiyan pevçûn derket.
Di encama pevçûnê de hejmarek ji endamên ewlekariyê birîndar bûn.
Pevçûn li derdora herêma “Qesra El Helebî”, ji ber nakokiya li ser dizîna erebeyekê derket.
Koma Bedewî red kir ku erebeyê radestî Ewlekariya Giştî bike, piştre şewitand.
Vê yekê rageşî zêde kir û bû sedema pevçûnên çekdarî.
Pevçûn heta demkê dewam kir, hejmarek endamên Ewlekariya Giştî birîndar bûn.
Heta niha bîlançoya dawî ya hejmara birîndaran an jî zirar ji ber bûyerê derketiye aşkera nebûye.
Li herêmê, piştî bûyerê, rewşeke hişyariya ewlehiyê heye.



