Kombenda Civakî ya Efrînê derbarê vegera koçberên Efrînê daxuyaniyk da.
Kombendê diyar kir ku ew vegera koçberan baş dişopînin.
Kombendê got, bi baldariyeke mezin em vegera koçberên Efrînê bo gund û bajarokên wan dişopînin.
Lê tevî vegera koçberan astengiyên cidî li pêşiya vê pêvajoyê hene.
Hin kes, malbat û komên ku li Efrînê hatine bicihkirin, red dikin ku mal û dikanan vala bikin.
Ev kom û malbat mal û dikanan radestî xwediyên wan nakin.
Hinek ji wan daxwaza pereyan dikin da ku cîhan vala bikin.
Kombendê diyar kir ku ev yek binpêkirina mafên milkdariyê ye.
Her wekî astengiyê dixe pêşiya vegera niştecîhên resen bo malên wan.
Kombendê bang li Hikûmeta Demkî ya Sûriyayê kir ku gavên pêwîst û lezgîn bavêjin.
Divê vegereke ewle, bi rûmet û daxwazane ji bo hemû koçberên Efrînê were dabînkirin.



