DEM Partî diyar dike ku ji bo pêşveçûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê gavên qanûnî bêne avêtin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari bang li desthilatê kir ku beriya betlaneya Meclîsê çarçoveya qanûnî ya pêvajoyê amade bike.
Her wiha got: Divê rol û mîsyona Rêber Apo bi qanûnê bê mîsogerkirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe ya li Meclisê de bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.
Hatîmogullari got, mîsogeriya sereke ya pêvajoyê çarçoveya qanûnî ye û diyar kir ku derengxistina gavan baweriya aliyan qels dike.
“Pêdiviya Tirkiyê ne bi tengkirina maf û demokrasiyê ye, lê bi qanûnên demokrasiyê ye.”
Li gorî Hatîmogullari, di hevdîtina dawî de Rêber Abdullah Ocalan nexşereyeke nû ji bo pêvajoyê pêşkêş kiriye.
Wê got Şandeya DEM Partiyê jî di hevdîtina xwe ya bi AKP’ê re daxwaza amadekirina demildest a çarçoveya qanûnî kiriye.
“Divê beriya ku Meclîs bikeve betlaneyê, qanûnên pêwîst bên çêkirin.”
DEM Partî: Divê mekanîsmayên pêvajoyê bên avakirin
Hatîmogullari dibêje, ev çarçove divê zemîna demokrasiyê, biratî û aştiyê xurt bike û encamên hiqûqî bi xwe re bîne.
Herwiha daxwaza avakirina mekanîzmayên ku pêvajoyê mîsoger bikin, kir.
Dem partî: divê rol û mîsyona birêz Apo bi qanûnê bê mîsogerkirin
Di beşa herî balkêş a axaftina xwe de, Hevseroka DEM Partiyê diyar kir ku rol û mîsyona Rêber Abdullah Ocalan divê bi qanûnê bê mîsogerkirin û şert û mercên wî jî bên başkirin.
“Gava sêyemîn divê rol û mîsyona birêz Ocalan bi qanûnan bê mîsogerkirin û şertên wî bên guhertin û başkirin.”
Hatîmogullari got, berpirsyariya sereke li ser milê desthilatê ye û her ku pêvajo dirêjtir bibe, pirsgirêk jî mezintir dibin.
Di dawiya axaftina xwe de bang li hemû beşên civakê kir ku ji bo aştiyê dengekî hevpar ava bikin û got,
DEM Partî dê têkoşîna xwe ji bo aştiyê û demokrasiyê bidomîne.
Herwiha hate ragihandin ku ‘Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk’ wê di 13 û 14’ê Hezîranê de li Stenbolê bê lidarxistin.



