Jinên Mexmûrê: Em ê her dem li hember êrîşên Tirkiyê li ber xwe bidin

Jinên wargeha penaberan a Mexmûrê diyarkirin ku ewê ti carî li hemberî gefên Erdoxan gav bi paş de neavêjin.
Jinan bang li gelê başûrê Kurdistanê kir ku destê xwe bikin destê wan û li ber dagirkeriyê rabin..

Li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser wargeha Mexmûrê jinên wargehê bertek nîşan dan..

Mamosta Berîvan Kaya diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrîşan qirkirina Kurdan e..

Bêrîvan Kaya anî ziman ku divê her Kurdek li kur dibe bila bibe di vê pêvajoyê de piştgiriya xwe nîşan bide.

Bêrîvan got ku wê berxwedana wan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker dewam bike..

Şêniya bi navê Sebrê Îşlek jî li ser mijarê axivî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê şermezar kir..

Sebrê Îşlek bang li gelê başûrê Kurdistanê kir ku li dijî êrîşan bêdeng nemînin û helwestekê nîşan bidin..

Back to top button