Hêzên Erkên Hevpar yên Operasyona Ezmanî a Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê raporek derbar operasyonên xwe yên ji sala 2014`an heta 2019`an weşand.
Koalîsyonê diyar kir ku wan û hevkarê xwe QSD û artêşa Îraqê karîne 110 hezar kîlometre çargoşe û 7 milyon û 700 hezar kes ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin.
Li gorî raporê:
Koalîsyon û Hêzên Hevkarên wê QSD’ê û artêşa Iraqê erdnîgariyeke ku ji 110 hezar kîlometre çargoşe pêk tê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirine.
Hêjmara kesên ji çeteyan hatine rizgarkirin jî 7 milyon û 700 hezar e.
Hêzên asmanî yên Koalîsyonê 34 hezar û 464 derbeyên hewayî di navbera Tebaxa 2014`an heya Adara 2019`an de pêk anîne.
Koalîsyonê di rapora xwe de dazanîn ku hêzên wan di vê pêvajoyê de bi şaştî hezar û 291 sivîl kuştine.
Hêzên Erkên Hevpar yên Operasyona Ezmanî a Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê eşkere kir ku wê xebata xwe bi Hêzên Hevpar re ji bo tunekirina DAIŞ`ê li herêmê bidomîne.