KCK: Divê her kes li dijî êrîşên qirkirina Kurdan rabe

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk di çarçoveya armanca xwe ya qirkirina Kurdan de li Şengal, Silêmaniye û Kelarê êrîş kir û bang li her kesî kir ku li ber êrîşan rabin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengal, Silêmaniye û Kelarê daxuyanî da.

KCK daxuyakirin ku dagirkeriya Tirk di çarçoveya plana qirkirinê de van êrişan pêktîne û got:

” Êrîşên li Şengal, Silêmaniye û Kelarê mîna êrîşên beriya niha di çarçoveya qirkirina Kurdan de hatin kirin.

Dewleta Tirk a mêtinger qirker bi êrîşa li ser pêşengên têkoşîna azadiyê dixwaze gelê Kurd bitirsîne, bişikîne, teslîm bigire û li ser vê bingehê planên xwe yên qirkirinê bi cih bîne.”

KCK: Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê planeke nû dixe meryetê

KCK’ê daxuyakirin ku dewleta Tirk hewil dide planeke nû li başûrê kurdistanê pêk bîne û ev nirxandin kir:

“Dewleta Tirk planeke nû li ser Başûrê Kurdistanê dixe meriyetê.

Ji bo vê plana dagirkirina Başûrê Kurdistanê pêk bîne zextê li dewleta Iraqê û YNK’ê dike, mîna PDK’ê hevkariyê li ser wan ferz dike. ”

Dewleta Tirk bi rêya van êrîşan her wiha hewl dide çavê dewleta Iraqê û YNK’ê bitirsîne”

KCK’ê dazanîn ku dewleta tirk li herêmê bi kûrkirina şer dixwaze serweriyê li ser dewletên herêmê bike.

KCK: Dewleta Tirk dixwaze qirkirina Êzidiyan temam bike

KCK’ê balkişand êrişên li ser Şengalê jî û wiha pêde çû:

“Êrîşa li Şengalê êrîşek li ser îradeya azad a xelkê me yê Êzidî ye.

Dewleta Tirk dixwaze xelkê me yê Êzidî qir bike ku DAÎŞ’ê nekarîbû bike. Êrîşên li ser Şengalê hemû bi vê armancê ne.”

KCK’ê armanckirina Abdulkadîr Sabrî Toprak li Silêmaniyê û êrişa Kelarê ya dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir û teqezkir ku wê tola şehîdan bê hilanîn.

Di dawî de KCK’ê bang li her kesî kir ku li dijî dijminatiya dewleta Tirk a li gelê Kurd û li hemberî van êrîşên qirkirina Kurdan helwestê nîşan bidin, li ber rabin.

Back to top button