Dewleta Tirk li Kelarê malek bombebaran kir: Welatiyek şehîd bû

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Kelarê malek bombebaran kir.
Li gorî agahiyan di êrişê de welatiyek şehîd bûye.
Duh jî dewleta Tirk a dagirker wesayîta Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê bombebarankiribû.
Di êrişê de Endamê Rêveberiya Komîteya Malbatên Şehîdan ya Şengalê Sadûn Mîrza Elî şehîd bibû.
Cenazeyê şehîd îro bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin.

Balafira bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker di danê nîvoro de li navçeya Kelar ya girêdayî Silêmaniyê, malek bombebaran kir.

Li gorî agahiyan, êriş li ser malek sivîlan ya li navenda Kelarê pêkhatiye.

Çavkaniyên herêmî ragihand ku di encama êrişê de welatiyek şehîd bûye.

Piştî êrişê polîsan dest bi lêkolînê kirin.

Hemwextî hevdîtinên PDK’ê û Tirkiyê êrişên dewleta Tirk zêde bûne

Balkêşe ku di van rojên dawiyê de bi tarbetî piştî serdanên rayedarên Tirkiyê li gel PDK’ê asta êrişên li dijî siyasetmedarên Kurd gelekî zêde bûye.

Duh jî dewleta Tirk a dagirker wesayîta Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê bombebarankir.

Şehîd Sadûn ku di êrişa doh de şehîd bû, bi merasîmekê hate oxirkirin

Di êrişê de Endamê Rêveberiya Komîteya Malbatên Şehîdan ya Şengalê Sadûn Mîrza Elî şehîd bû.

Îro ji bo oxirkirina cenazeyê Şehîd Sadûn merasîmeke girseyî hate lidarxistin.

Merasîma şehîd bi amadebûna hemû sazî û dezgehên Şengalê, malbata şehîd, xelkê herêmê û hêzên parastinê pêkhat.

Endama Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Pakîze Celal destnîşan kir ku ew şehîdên xwe ji bîr nakin û got:

“Emê xwedî li bîranîna şehîd Sadûn derkevin. Em ê têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin.”

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd hate oxirkirin.

Back to top button