Delegasyona Navneteweyî serdana parêzerên Rêber Apo kir

Şandeya ji Delegasyona Hiqûqnasan a Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir.
Parêzeran rapora li ser Îmraliyê radestî şandeyê kir û gotin: “Li Ewropayê li hemberî tecrîda Îmraliyê hiqûq bi cih nayê anîn.”

Şandeya ji Delegasyona Hiqûqnasan a Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê piştî serdanên li Amedê li Stenbolê dest bi serdanan kir.

Şandeya ku ji 12 parêzerên ji welatên cîhanê pêk tê têkildarî tecrîdkirina Rêber Apo li Tirkiyê ye.

Şandeyê destpêkê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir ku parêzeriyê ji Rêber Apo dike.

Di serdanê de têkildarî xebatên buroyê agahî hatin dayin.

Endamên şandeyê jî ragihandin ku bi salan e têkildarî pirsgirêka Kurd dixebitin û ji bo dîtina Rêber Apo serî li Wezareta Edaletê didin, lê belê serlêdana wan tê redkirin.

Parêzer Cengîz Yureklî jî li ser tecrîda giran a li Îmraliyê ku bi ti awayî agahî nayê wergirtin, şande agahdar kir.

“Li Ewropayê li hemberî tecrîda Îmraliyê hiqûq bi cih nayê anîn”

Cengîz Yureklî got,

“Li Ewropayê li hemberî tecrîda Îmraliyê hiqûq bi cih nayê anîn.

Di nava 3 salên dawî de serdaneke bi tenê ya parêzeran û malbatê nîne.

Mafê axaftina bi telefonê, mafê name û nivîsandinê tê astengkirin.

Nameyên ku têne şandin, em nizanin bê digihêjin wî yan na.

Em nizanin ku niha muwekîlên me rewşa wan çi ye, di nava kîjan şert û mercî de ne.

Yûrekli bîbirxist divê li gorî Pîvanên Nelson Mandela hevdîtin bê kirin, lê belê 3 sal in hevdîtin tê astengkirin.”

Parêzeran rapora li ser Îmraliyê radestî şandeyê kir

Paşê Parêzeran rapora li ser Îmraliyê radestî şandeyê kir û serdan li çapemeniyê girtî dewam kir.

Delegasyona Navneteweyî bi rêxistinên çapemeniyê re hevdîtin kir

Back to top button