Duh li bajarê Silêmaniyê endamekî HDP’ê yê ji Bakurê di encama êrişeke çekdarî de şehîd bû.
Nûnertiya HDP’ê ya li Herêma Başûr agihand ku heta niha 7 endamên wan li Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kuştin û got: Ji bo xaka Başûrê Kurdistanê nebe meydana kiryarên terorî yên dewleta Tirk, divê hewildanên cidî werin raber kirin.”
Di encama êrişê de endamê HDP’ê Doktor Abdulkadîr Sabrî Toprak yê ji Bakurê Kurdistanê şehîd bû.
Nûnertiya HDP’ê: Heta niha 7 endamên me li Silêmaniyê hatine kuştin
Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê li navenda xwe ya Hewlêrê derbarê qetilkirina Sabrî Toprak de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û bêdengiya hikûmetên herêmê hate bibîrxistin û bertek hate nîşandan.
“Divê hikumeta herêmê li hember êrişan hewildanên cidî bike”
Nûnertiya HDP’ê diyar kir li bajarê Silêmaniyê heta niha 7 endamên me hatine qetilkirin û wiha hate gotin:
Herwiha li bajarê Hewlêr û Dihokê jî xelkê Bakurê Kurdistanê tê terorkirin.
Ji bo vê pêwîste Hikumeta Herêm û aliyên peywendîdar, ji bo rawestandina êrişan hewldanên cidî bikin.
Divê xaka Başûrê Kurdistanê nebe meydana kiryarên terorî yên dewleta Tirk.”
Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê bang li hemû azadîxwazên Başûrê Kurdistanê kir ku rê nedin xaka Kurdistanê bibe meydana kiryarên terorî yên dewlewta Tirk.