Qonaxa duyemîn a pêngava ji Rêber Apo re azadî destpê kir

Pêngava ‘Ji Rêberê Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ku 10’ê Cotmeha 2023’an di asta navneteweyî de hate destpêkirin, derbasî qonaxa duyemîn bû.
Rêxistinên Kurd û dostên xwe li bajarê Koln ê Almanyayê, bi civîneke çapemeniyê ev yek ragihandin.
Pêngava ku îro destpê kir wê hata 1’ê Gulanê dewam bike.

Pêngava ‘Ji Rêberê Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ku di asta navneteweyî de hate destpêkirin, derbasî qonaxa duyemîn bû.

Rêxistinên Kurd, komên çep ên Tirkiyê û dostên gelê Kurd li bajarê Koln ê Almanyayê, di civîneke çapemeniyê de qonaxa duyemîn a pêngavê ragihandin.

Di pêngava yekemîn de ku 10’ê Cotmeha 2023’an de destpê kir gelek çalakî û kampanya hatin lidarxistin.

Li Kolnê di çarçoveya heman pêngavê de meşeke mezin hate lidarxistin.

Her wiha li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê greva birçîbûnê hate destpêkirin û xizmên girtiyan jî çalakiyên Nobeda Edaletê destpêkirin.

Niha jî ew pêngav derbasî qonaxeke nû bû.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Almanî hate dayin.

Pêngava ji Rêber Apo re azadî wê heta 1’ê Gulanê bidome

Hate ragihandin qonaxa duyemîn ku bi 1’ê Adarê re destpê kiriye, wê heta 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê dewam bike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û 1’ê Gulanê wê di çarçoveya vê pêngavê de bêne pêşwazîkirin.

Her wiha wê bi beşdariya bi sed hezaran kesî meş bêne lidarxistin û daxwaza azadiya Rêber Apo bê kirin û zext li dewleta Tirk bê kirin ku deriyê Îmraliyê veke.

Di qonaxa duyemîn a pêngavê de wê li pêşiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî çalakî bêne lidarxistin.

Back to top button