Pêşnumeya rawestandina firotina F-16 bo Tirkiyê hat redkirin

Piştî ku Tirkiyê endamtiya Swêdê ya NATO’yê erê kir, Serok dewletê Amerîkayê Joe Biden ji bo firotina balafirê şer F-16 çiraya kesk vêxist.
Senatoya Amerîkayê hewla rawestandina firotina F-16 asteng kir.

Li Senatoyê pêşnûmeya nepejirandina firotinê ya ku Senatorê Komarî Rand Paul pêşniyar kiribû, bi 79 dengan li hember 13 dengan hat redkirin.

Beriya dengdanê, Paul hukûmeta Enqerê rexne kir û anî ziman ku destûr dayîna firotanê dê hukûmetê teşwîq bike ku “tevgera xwe ya xelet” bidomîne.

Yên ku piştgiriyê didin firotina F-16’an tekez kirin ku girîng e Washington soza xwe ya ji bo hevalbendê NATO’yê bi cih bîne.

Rêvebiriya Biden di 26’ê Çile de bi awayekî fermî Kongreyê agahdar kir ku firotina Lockheed Martîn (Lukîd Martîn) dê bidomînin.

Qanûna Kontrolkirina Hinardekirina Çekan a Amerîkayê hem Senato û hem jî Meclisa Nûneran maf dide ku bi derxistina biryarnameyek nerazîbûnê firotana mezin a çekan rawestînin.

Her çiqas qanûn ev nîv sedsal e di meriyetê de ye jî qet nehat bikaranîn.

Back to top button