Li 7 Kantonên herêma Rêveberiya Xweser 52 malên jinan hene

Li 7 kantonên li Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 52 malên jinan hene ku 302 jin lê dixebitin. Ev mal gund bi gund, mal bi mal digerin, ji aliyekî ve pirsgirêkên civakî çareser kirin, li aliyê din jî çanda demokratîk, pîvanên malbata demokratîk û wekheviya jin û mêr dinirxandin, li ser rê û rêbazên bicihanîna van pîvanan disekinîn.

Piştî şoreşa Rojava di sala 2014an de bi navê ‘Prensîbên Civakî yên Jinê’ qanûn hatin derxistin.

Di gelek mijarên derbarê pirzewacî, zewaca zarokan, mîras, wekhevî, hevberdan qanûn hatin derxistin.

Li ser vî esasî, Mala Jinan li Rojavayê Kurdistanê hat avakirin û şaxên xwe li tevahî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav kir.

Li Kantona Cizîrê 21 Malên Jinê hatin avakirin.

Ev mal 51 bajarokan kar dikin.

Bi Şoreşa Rojava re jinên Suryan yekem car malek ji xwe re ava kirin û xweseriya xwe parastin.

Pirsgirêkên xwe di astekê de bi rêya dêr û keşîşan çareser dikin.

Di vê çarçoveyê de, bi 5 jinan di sala 2019’an de li Hesekê Maleke Jinê, bi 5 jinan di 28’ê Îlona 2019’an de li Qamişloyê Maleke Jinê ava kirin.

Li Kantona Firatê niha 13 Malên Jinê hene ku bi 33 jinan kar dikin.

Endamên wê gund bi gund, mal bi mal digerin, li ser encamên neyînî yên zewaca zarokatiyê, tundiya li jinê, bandora neyînî ya pir zewacê li ser ciwanan gelek xebatan dikin.

Li Efrîn-Şehbayê niha 8 Malên Jinê hene ku bi 45 jinan kar dikin.

Ev mal ji aliyekî ve pirsgirêkên civakî çareser kirin, li aliyê din jî çanda demokratîk, pîvanên malbata demokratîk û wekheviya jin û mêr dinirxandin, li ser rê û rêbazên bicihanîna van pîvanan disekinîn.

18’ê Adarê piştî dagirkirina Efrînê karên xwe li Kantona Efrîn-Şehbayê dewam kir.

Li Kantona Minbicê niha 4 Malên Jinê hene ku bi 19 jinan kar dikin.

Li Minbicê ku bajarekî pir rengî ye Mala Jinê jî wê rengîniyê diparêze.

Jinên Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkes, ji bo pêşvebirina civakeke nû mil bi mil dixebitin.

Li Reqa û Tebqayê niha 4 Malên Jinê hene ku 38 jin lê dixebitin.

Li Reqa û Tebqayê gelek hukmên Qanûna Jinê derbas nabin.

Bi rêya Mala Jinê pirsgirêk diçin ber destê dadgeriyê.

Li Kantona Dêra Zorê niha Maleke Jinê heye ku 13 jin lê dixebitin.

Li Dêra Zorê ji ber ku mejiyê baviksalar hîn serwer e, hukmên Qanûna Jinê li Dêra Zorê nikare bêne bicihanîn.

Back to top button