HPG’ê bîlançoya şer ya meha Sibatê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Sibatê eşkere kir.
HPG’ê ragihand di nava mehê de gerîla 17 operasyonên şoreşgerî û çalakî pêk anîn, di van çalakiyan de 41 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Her wiha HPG’ê eşkere kir hejmareke zêde çek û alavên leşkerî jî hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Sibatê eşkere kir.

HPG’ê di daxuyaniya têkildarî mijarê de bal kişande li ser berxwedana hêzên gerîla ya di meha sibatê de û wiha got;

HPG: Berxwedana gerîla di meha Sibatê bê navber dewam kir

“Berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya bi ruhê fedayî yê Apocî di meha Sibatê de jî bê navber dewam kir.

Gerîlayê Azadiyê meha Sibatê ku komploya navnetewî pêk hat, weke meha mezinkirina girêdana xwe ya bi Rêber Apo re, pêşwazî kirin.

Gerîla di şert û mercên zehmet ên zivistanê de bi helwesteke kûr a rexnedayînê û hêrsa li dijî komployê hewl da ku bi erka xwe rabe.”

HPG’ê da zanîn hêzên gerîla di meha Sibatê de bi operasyonên şoreşgerî serketinên nû bi dest xistin û wiha dewam kir,

“Gerîla di şêwaz de kûr û di taktîkê de jî pispor buye. Bi hêza îdeolojiya Apocî performanseke bilind nîşan da.

Gerîla bi şêwazê şerê şoreşgerî û bi ruhê fedaî yê Apocî bi xistina hedefên dijmin bûye hêzeke serketî.

Ev asta ku gerîla gihiştiye, careke din nîşan daye ku polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk a mêtinger wê encamê negire.”

HPG: Gerîla 17 operasyonên şoreşgerî û çalakî pêk anîn 41 dagirker hatin kuştin

HPG’ê eşkere kir ku di meha Sibatê de hêzên gerîla tevî operasyonên şoreşgerî 17 çalakî pêk anîn û da zanîn di van çalakiyan de 1 jê payebilind 41 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Her wiha HPG’ê diyar kir di têkoşîna meha Sibatê de ji bilî gerîla Şervan Varto ti gerîlayên wan şehîd nebûn.

HPG’ê derbarê encama şerê meha Sibatê de ev agahî parve kir;

“Artêşa Tirk 211 êrişên bi balafirên şer, 5 êrişên bi helîkopteran, 10 êrişên bi dronan û êrişeke bi teqemeniyên qedexekirî pêk anî.

Hêzên gerîla 17 çalakî pêk anîn yek jê payebilind 41 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Cebilxaneyek, 7 konteynir, 15 çeper, 3 sîstemên radarê, 10 kamerayên şopandinê, 2 kamerayên termal, sîstemeke muhaberê 2 çekên A4 hatin rûxandin û derb li 4 kepçeyan hate xistin..

5 çekên BKC û 300 guleyên wê, 2 çekên bombeavêj, 8 çekên MPT-55, 8 dûrbînên termal, 11 dûrbînên çekê, 4 dûrbînên şevê, 2 kamerayên şopandinê, 3 telefon û yek ya rojê û gelek amûrên din hatin desteser kirin.

Back to top button