Yekitiya Jinên Êzîdî: Tirkiye di hovîtî de li ser şopa Osmaniyan dimeşe

Yekitiya Jinên Êzîdî a Rojava êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî Şengalê şermezar kir û bang li civaka êzîdî kir ku piştgiriya rêveberiya xwe ya xweser û hêzên wê bikin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê da zanîn ku li Şengalê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyek hedef girt.

Di encamê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Sedûn Mîrza Elî şehîd bû.

Der barê wê de, Yekitiya Jinên Êzîdî ya Rojava daxuyaniyek da.

Di daxuyanoiyê de êriş hat şermezarikirin û ev tişt hat gotin:

“Tirkiye di hovîtî û wêrankirinê de li ser şopa Osmaniyan dimeşe, kuştina êzîdiyan û koçberkirina wan didomîne.

Ev jî nîşan dide ku fermana li dijî wan hîn didome û tiştê ku DAIŞ’ê nikarîbû bikira îro dagirkeriya Tirk dike.”

Yekitiyê di dawiyê de sersaxî da civaka êzîdî re xwest û banga hevgirtinê li hember hemû cûreyên êrişan kir.

Back to top button