Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 3 gundên ser bi bajaroka Batîfa bombebaran kirin.
Ajansa Rojnews’ê ragihand ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker îro gundên Şeraniş, Lêvanê û Busilê yên ser bi bajaroka Batîfa ya ser bi Zaxo bombebaran kirin.
Ji ber bombebaranê li derdora gundan şewat derket. Gelek ziyan li rez û baxçeyên welatiyan bû.