Yekîneyên Antî Teror (YAT) serçeteyekî DAIŞ’ê li Şedadê girt

Yekîneyên Antî Teror ên YPG’ê li gundekî Şedadê operasyonek pêk anî. Di operasyonê de serçeteyekî DAIŞ’ê hate girtin û miqdareke alavên pê re hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “3’yê Hezîranê Yekîneyên Antî Teror yên hêzên me li gundê Belaliyê yê navçeya Şedadê operasyonek li dijî emîrekî DAIŞ’ê pêk anî. Di operasyonê de emîrê DAIŞ’ê yê bi navê Ebulkerîm Ebdullah hate girtin. Her wiha  çekek, telefonek û hinek belge hatin desteserkirin.”

Back to top button