Artêşa Tirk li herêma Lolanê sivîl kir armanc, 5 kes birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker sivîlên ku li derdora Çiyayê Şekîf ê li herêma Lolanê giya kom dikirin, bombebaran kir, di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Artêşa dagirker sivîlên ku li Deşta Hertê yên ku li derdora Çiyayê Şekîf giya kom dikirin, bi obus û hawanan topbaran kir.

Di encama topbaranê de, jina bi navê Zozan Qadir û 4 kesên din ku ji gundên Pêrekanê yê Deşta Hertê ne, birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku rewşa jina bi navê Zozan Qadir giran e.

Back to top button