Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên li gundewarê rojavayê navçeya Til Temirê topbaran kir.
Artêşa dagirker duh derengiya şevê gundê Tawîle ku dikeve rojavayê navçeya Til Temirê û nêzî rêya M4 e topbaran kir.
Hate gotin ku di gundê Tawilê tije şênîne û dewleta Tirk yekser sivilan kiriye armanc û endama topbaranê de ziyanek mezin gîhîştiye mal û milkên welatiyan.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ji gundê Erîşa yê dagirkirî bi çekên giran êrişî gundê Tawîle yê tijî şênî kirine.