Firokeyeke Tirkî, nifşekî çeteyan li baregeha Wetiya danî

Tevî hemû bangên navdewletî jî, dewleta Tirk veguhastina çeteyan ber bi Lîbyayê ve didomîne û herî dawî firokeyeke Tirkî nifşekî din ê çeteyan li baregeha Wetiya danî. Meclisa Nûneran a Amerîkayê jî gelek xalên proje-qanûna ‘destekdayîna aramiyê li Lîbyayê’ sererast kirin û tê de teqezî li ser pişîgirtina herikîna çek û çeteyên dewleta Tirk hate kirin.

Çavkaniyên Lîbî eşkere kir ku, firokeyeke dewleta Tirk, nifşekî çeteyan li baregeha Wetiya danî.

Tora Al-Arabia jî ragihand ku firokeyeke leşkerî ya Tirkî, ji baregeha Wetiya gihişt baregeha asmanî ya li Misratayê.

Li gorî agahiyan, firokeyê çek û çete anîn Misratayê, da ji eniyên Sirt û Cefrayê re werin şandin.

Duh jî çavkanîne Lîbî eşkere kiribû ku tîmeke MÎTa Tirk ji Tirkiyê gihîşt baregeha Wetiya ya li başûrê Terablusê.

Çavkaniyan diyar kir, ku ev tîm çend saetan li baregehê ma, piştre zivirî Tirkiyê.

Meclisa Nûneran a Amerîkî qanûn sererast kir

Li aliyekî din, Komîteya Karûbarên Derve ya Meclisa Nûneran a Amerîkî, projeqanûna ‘destekdayîna aramiyê li Lîbyayê’ sererast kir û ew radestî Kongressê kir.

Komîteyê 13 xalên qanûnê sererast kirin û teqezî li ser:

-Çareserkirina aloziyê bi awayekî aştiyane.

-Destekdayîna biryarên navnetewî yên ji bo qedexekirina şandina çekan ber bi Lîbyayê ve.

-Destekdayîna serweriya Lîbya, ewlehî û yekîtiya wê, kir.

Her wiha di hin xalan de, daxwaza rêgirtina li ber şandina çekan û redkirina hewldanên hinardekirina petrolê bi awayekî ne rewa hat kirin.

Di projeqanûna Amerîkî ya nû de, bang li aliyên Lîbî hat kirin ku sûdê ji peywendiyên dîplomatîk, ji bo bidawîkirina şer û rawestandina veguhastina çek û çeteyan ber bi welêt ve, wergirin.

Herî dawî jî duh Almanya ragihandibû, ku ew ê keştiyeke şer bişîne Deryaya Spî da çavdêriya biryara qedexekirina şandina çekan ber bi Lîbyayê ve bike..

 

Back to top button