Melayên Hewlerê li dijî dagirkeriyê banga yekîtiyê li Kurdan kirin

Melayên Hewlêrê bang li Kurdan kirin ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê yekîtiya xwe ava bikin û gotin: ”Perçebûn di berjewendiya dijmin de ye”.

Mela Idrîs Karîtanî di destpêka axaftina xwe de balkişand ser berçebûna ku dijmin xisteya nava kurdan de û diyar kir ku ev perçebûn dikeve xizmeta dijminê kurdan.

Îdrîs Karîtanî destnîşan kir ku aliyên siyasî ji bo berjewendiyên xwe yên tayet bazirganiya xwe dikin û ev tişt anî ziman

“Wana netewetî û parastina nîştimanî ji bîrkirine.

Hinek serkirdeyên Kurd berjewendiyên xwe yên taybet, xistine pêşiya berjewendiyên giştî ên Gelê Kurd.”

Mela Hesen Xoşnaw jî li ser heman mijarê da zanîn ku hertim dijmin ji nakokiyên di navbera kurdan de sûd digire.

Xoşnav di dawiyê de bang li aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku yekîtiya xwe avabikin, ji bo berjewendiyên giştî yên gelê Kurd têbikoşin ji ber ku yekîtî dikare hemû mafên Kurdan bidest bixe û rê li dijmin bigre.

Back to top button