Balafirên Rûsyayê 6 caran nuqteyên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li Idlibê bombebaran kirin û di encamê 14 çete hatine kuştin û birîndarkirin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh bi şev balafirên Rûsyayê li rojavayê bajarê Idlibê, bi 6 êrişan nuqteyên leşkerî yên Heyet Tehrîr El-Şam bombebaran kirin.
Navendê eşkere kir ku di encama êrişê de 8 çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam hatine kuştin û 6 birîndar bûne.
Li gor wê, çeteyan çembereke ewlekariyê li dor cihê bûyerê girêdaye û rê nade tîmên destwerdanê nêzîk bibin.
Roja 5’ê tebaxê balafirên şer ên Rûsyayê derdora bajarê Idlibê bombebaran kir û di encamê 9 sivîlan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn.