Siyasetmedaran êrîşên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin

Siyasetmedaran destnîşan kir ku siyasetên tirsandinê, tirkkirinê û guhertina demografiyê, siyasetên heyî yên dewleta Tirk a dagirker in.
Her wiha diyar kirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî, rojane dibe sedema kuştina sûriyan.

Çalakvana sivîl Miryana Elî diyar kir ku Tirkiyê dixwaze nexşeya siyasî ya heremê biguhere.

Miryana bal kişand li ser bêdengiya civata navneteweyî da zanîn ku ev yek dibe sedem ku çareserî dereng bibe, êrîşên dagikeriya Tirkiyê li sûriyan zêde dibe.

Rêveberê giştî yê Partiya Neteweyî ya Civakî ya Sûriyê şaxê Helebê Fadî Îsmaîl jî wiha got:

“Tirkiye piştî aloziyê rûberên berfireh ên Sûriyê dagir kir, niha jî bi rêya Mîsaqê Millî, dixwaze Heleb û Musilê tev li axa xwe bike.”

Endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê taxa Şêxmeqsûd a Helebê, Elî Mistefa Mihemed jî got:

“Dagirkeriya Tirkiyê ji bo neyê darizandin delîlên li ser sucên pêk tîne bi rêya siyasetên xwe yên aborî, leşkerî û siyasî hewl dide veşêre.”

Back to top button