Girtiyên siyasî 49 rojin ji bo azadiyê di greva birçîbûnê de ne

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî 49 rojin bi berxwedaniyeke mezin didome.
Dîlgirtiyên azadiyê di daxwaza xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo de bi îsrarin.
Hemwextî vê, çalakiyên Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan jî dewam dike.
Çalakvana û xizmên girtiyan careke din gotin: “Divê tecrîda li dijî Rêber Apo bi dawî bibe.”

Li gelek girîtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê girtiyên siyasî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ketine greva birçîbûnê.

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger di roja 49’an de bi berxwedaniyeke mezin dewam dike.

Çalakiya ku 27’ê Mijdara 2023’an di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” destpêkirî wê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.

Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê

Hemwexetî têkoşîna li girtîgehan li 7 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî, xiznên girtiyan Nobeta Edaletê dane destpêkirin.

Di çalakiya Nobeta Edaletê de, çalakvanan bal kişandin ser girîngiya domandina têkoşînê.

Îro jî gelek kesan serdana çalakgerên Nobeta Edaletê kirin.

Rêveberiya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Çekmekoyê û gelek kesên ji komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadoluyê serdana nobetê kirin.

Çalakgeran û xizmên girtiyan careke din diyar kirin ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û gotin:

“Divê tecrîda li dijî Rêber Apo bi dawî bibe.”

Çalakgeran careke din tekez kirin ku heta daxwazên wan neyên bicîh anîn wê çalakiyên wan bidawî nebe.

Çalakgerên Nobeta Edaletê banga rakirina tecrîdê dikin

Back to top button