Sîhanok Dîbo: Beyanname projeyeke hevgirtî ye û çareseriya aloziyê ye

Sîhanok Dîbo diyar kir ku li hember beyannameya Rêveberiya Xweser bertekên erênî derketin pêş û dê di rojên bê de li ser pêşxistin wê, xebat bê kirin bi şêwazekê ku xizmeta çareserkirina aloziya Sûriyeyê bike.

Hevserokê Nivîsgeha Têkliyan a PYD’ê Sîhanok Dîbo li Navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya li Qamişlo semînerek bi navnîşan “Aloziya Sûriyeyê, aso û rêbazên çareseriyê ” da.

Bi dehan rewşenbîr û siyasetmedar tevlî semînerê bûn.

Di semînerê de Dîbo girêdayî beyannameya Rêveberiya Xweser ev tişt anî ziman:

“Beyanname, çareserkirina aloziyê ye.

Projeyeke hevgirtî ye û ne li dijî biryara NY`yê ye ku demokratîk e, ne taîfî ye û operasyonên leşkerî radiwestîne.

Projeya Rêveberiya Xweser ku ji bo sûriyeyiyan çareserî ye, ji pêşxistinê re vekirî ye.”

Der barê helwestên li hember beyannameyê Dîbo eşkere kir ku gelek helwestên erênî hene û got:

Beyanname, nivîsandina dîrokeke nû ye ku layîqî dîroka herêmê, gel û fedakariyan be.

Back to top button