Pena Kurd bertek nîşanî destgîrkirina rojnamevanan da

PENa Kurd, têkîldarî girtin û binçavkirinên rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê daxuyanî da û tê de diyar kir ku wê tu kes nikaribe rastî, heqîqet û Çapemeniya Azad bêdeng bike.

PENa Kurd, di daxuyaniyê de diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê êriş û zextên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad dewam dikin û got:

Girtinên dawî amadekariyên hilbijartinê yên îktîdarê ne

Îktidara AKP-MHP’ê ji bo qirêjî û kêmasiyên vê iktidara heyî dernekeve, Çapemeniya Azad hedef tê girtin.

Bi operasyona herî dawî ya li dijî Çapemeniya Azad, hunermed, siyasetmedar û parêzeran eşkere xuya dike ku ev di heman demê de jî amadekariya îktidara heyî ya ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê ye.

Ji bo pêşîlêgirtina van êrişan jî divê em bi yek dengî tev bigerin, hemû rojnamevan û rêxistinên pîşeyî yên rojnamevanan bertekê nîşanî van girtinan bidin.

PEN’ê di dawiyê de ev bang kir: “Em bang li raya giştî dikin ku li dijî operasyonên mafê azadiya ramanê binpê dikin dengê xwe bilind bike.”

Back to top button