Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Kobanê 2`yemîn Hefteya Wêjeyî ya bi navnîşan helbestvan Melayê Cizîrî dest pê kir.
Gelek rewşenbîr û wêjevanên herêmê tevlî Hefteya Wêjeyî bû ku li Xwaringeha Zanîngeha Kobanê dest pê kir.
Di wir de berdeva Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Narîman Evdikê axivî û diyar kir ku lidarxistina mîna van çalakiyan li Kobanê xwedî wateyên sembolîk in.
Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Murhef El Fehid axivî û got:
“Îro em li pêşberî firsendeke dîrokî ne ku asta beşdarên Hefteya Wêjeyî nas bikin.”
Piştî axaftinan, semînerek bi navnîşan “Nasname û felsefeya Melayê Cizîrî” ji aliyê Arşek Baravî ve hat dayîn.
Piştî semînerê, beşdaran rola helbestvan Melayê Cizîrî di wêjeya kurdî de nîqaş kir.
Piştre helbestvanan bi zimanê Kurdî û Erebî berhemên xwe dan pêşandan.