Parlamenterên Ewropî ji bo Rojava name şandin

Koma Dostaniya Kurd a li Parlementoya Ewropayê ji bo Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya YE Joseph Borrell name şand.
Di nameyê de parlamenteran balkişandin ser êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Ji Borell hate xwestin ku êrîşkariya Tirkiyê were şermezarkirin û ji bo rawestandina van êrîşan zextê li hikumeta Enqerê bike.

Parlamenterên Ewropî ji bo balê bikişînin êrişên Tirkiyê yê li dijî Rojava ji Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Joseph Borell re name şandin.

Ji wan parlamenterên ku name şandin ji koma Kesk/EFA Françoîs Alfonsî, koma Sosyal Demokrat Andreas Schîeder û ji koma Çep Nîkolaj Vîllûmsen e.

“Serokomarê Tirk Erdogan armanca xwe ya ji bo dewamkirina van êrîşan bi rengekî eşkere ragihand.”

Bi van gotinan endamên Koma Dostaniya Kurdan diyar kirin ku bombardûmana dewleta Tirk binesaziya sivîlan a ku ji bo jiyanê gelekî girîng e xera dike, bi milyonan mirov bê elektrîk, bê av û bê gaz hiştiye.

Di nameya ji bo Borell hatî şandin de, bi awayekî eşkere jê dixwazin ku Tirkiyê were şermezarkirin û ji bo rawestandina van êrîşan zextê li hikumeta Tirk bike.

“Bakur û Rojhilatê Sûriyê ti carî ji bo Tirkiyê nebûye gefek”

Parlamenteran anî ziman ku heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ti carî ji bo Tirkiyê nebûye gefek:

“Ji xwe Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi Koalîsyona Navneteweyî re pêşengî ji têkoşîna li dijî DAIŞ’ê re kiriye.

Koalîsyon QSD’ê ji bo xwe weke hevalbendekî jiyanî dibîne.

“Êrîşan derfet dide DAIŞ ji nû ve geş bibe”

Koma Dostaniya Kurd a li Parlementoya Ewropayê dan zanîn ku êrîşên Tirkiyê di heman demê de li ser Ewropayê jî xeteriyeke:

“Êrîş wan şert û mercan diafirîne ku derfetê bide jinûve geşbûna DAIŞ’ê.

Ji ber van êrîşan karê QSD’ê yê parastina bi hezaran mehkûmên DAIŞ’ê jî dixe nava xeteriyê.

Bêdengmayina li hemberî van sûc û xetereyan, ne rê û alternatîfek e.”

Back to top button