Li kampa koçberan Ayn El-Hîlve ya li başûrê Lubnanê şer qewimî.
20 kes di şer de birîndar bûn.
Li gorî nûçeyên Lubnanê, komên Îslamî û şervanên rêxistina El Fetih a di bin serokatiya Mahmûd Abbas de li kampê şer kirine.
Ji ber şer bi dehan malbat cihê xwe terikandine û hinekan jî xwe spart mizgeftek li nêzî wan deran.
Li gorî medyaya herêmî di şer de çekên otomatîk û roketavêj hatine bikaranîn.
Hate ragihandinê di şer de 20 kes birîndar bûn.
Di dawiya meha Tîrmehê de jî şer qewimî bû û 13 kes miribûn.
Şerê wê demê 15 rojan dewam kiribû.
Bûyer piştî mirina endamekî komek biçûk a Îslamî, qewimîbû.
Piştre rayedarek leşkerî jî di nav de 5 endamên El Fetihê ketin kemînê û hatin kuştin.
El Fetihê ji bo kesên kemîn danîne heta roja pêncşemê wext diyar kiribû ku teslîmî komîteyeke Fîlîstiyan were kirin.
Lê ev daxwaz nehat bicihanîn û şer derket.