Li Amûdê çandina sebzeyên payîz û zivistanê destpêkirine

Li Amûdê cotkaran ji bo peydakirina pêdiviyên gel tevî êriş û dorpêça li ser herêmê, dest bi çandina sebzeyên peyîz û zivistanê kirine.

Ji ber dorpêça hikmeta Şamê a li ser herêmê û qutkirina ava Firatê ji aliyê delweta Tirk ve gelê herêmê dinava liv û tevgerê de ne.

Welatî hewl didin bi rêya hilberîna xwecihî debara jiyana xwe bikin.

Cotkarên navçeya Amûdê bi hatina payîzê re dest bi çandina cureyên sebzeyan mîna îsot, bacanê reş, kartol, kelem, xes, tivir û hwd kirine.

Endamê Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Cizîrê Mesûd Mihemed axivî û got:

“Me plansaziyeke çandiniyê ya nû ji bo berhemên her du demsalan amade kiriye û li gorî wê mazot bi hevkariya saziya sotemeniyê li cotkaran tê belavkirin.”

Back to top button