Rejîma Tirkiyê li dijî HDP biryara qutkirina alîkariya xezînê da

Di demekê de ku bi fermana desthilatdariyê li hemberî HDP’ê doza girtinê dewam dike de, Hesabê Alîkariya Xezîneyê yê HDP’ê hate rawestandin.
Biryar ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hate dayin.
Li aliyekî din Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo stratejiya hilbijartinê diyar bike, civiya.

Li Tirkiyê wê li gorî dîroka diyarker wê meha Hezîranê hilbijartina Parlamento û Serokomariyê pêk were.

Lê ji tevgerên rejîma Tirkiyê diyar dibe ku hilbijartin wê beriya dema hatî diyarkirin pêk were.

Ev yek bi zêdekirina zext û oparasyonên qirkirina siyasî re hîn zêdetir tê xuyakirin.

Rejîma Tirkiyê ya li dijî tekane partiya mixalîf ya li welat ketiye tengaviyê dixwaze zextên ser Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê zêde bike.

Weke despêkê dixwaze alîkariya xezînê ya ji bo HDP’ê kirin armanc.

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di doza bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome de, li ser serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, blokekirina hesabên xizîneyê yên partiyê rojek pêşde anî û nîqaş kir.

Dadgeha Destûra Bingehîn di hevdîtina ku dihat plankirin di 6’ê çileyê de pêk were de daxwaza Dadgeha Bilind qebûl kir.

Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku hesabê alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê bi demkî were bloqekirin.

Li Stenbolê tifaqa ked û azadiyê

Li aliyekî din Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, lez daye xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê.

Endamên tifaqê li Hill Hotel a li Taksîma Stenbolê civiya.

Di civîna ku serok û hevserokên partî û rêxistinên di nava tifaqê de amade bûn de, hat hînbûn ku wê rojevên hilbijartinê, berfirehkirina tifaqê û mîtînga ku wê 15 ‘ê Çileyê li Stenbolê bê lidarxistin, bên nîqaşkirin.

Di civîna ku li çapemeniyê girtî pêk hat de, tê diyarkirin ku wê profîla namzetê serokkomariyê jî bê nîqaşkirin.

Back to top button