Li başûrê Idlibê, hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk cih û deverên hev topbaran kirin.
Çavdêriya Sûrî a Mafên Mirovan ragihand ku çeteyan nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li bajarê Kefer Nibûl ê başûrê Idlibê topbaran kir.
Çavdêriyê diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê jî hemwext bajarokên Bênîn, Filêfil, Fitîra û Kensefra yên girêdayî çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kir.