QSD’ê nasnameya 9 şervanên şehîd eşkere kir

Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyên cuda ragihand ku 9 şervanên wan bi êrişên çeteyên hikûmeta Şamê û dagirkeriya Tirkiyê şehîd bûne.
QSD’ê eşkere kir ku ev şehadet li Dêra Zorê, Minbicê û Hesekê çêbûne.
Her wekî nasnemeya wan jî eşkere kir û ev hişyarî da:
Dê ev êriş bê bersiv nemînin û tola şehîdan were rakirin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi du daxuyaniyên cuda nasnameya 9 şervanên ku li Dêra Zorê, Minbic û Hesekê şehîdbûbûn eşkere kir.

QSD’ê têkîldarî şehadeta şervanan ev agahî parve kir:

“Hikumeta Şamê û Dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl didin aramî û ewlehiya herêmên me têk bibin.

Lewma roja Înê ango 5 mehê di êrişa çeteyên hikumeta Sûriyê li ser gundewarên rojhilatê Dêra Zorê de, 5 şervanên me şehîd bûn.

1 û 11 Sibatê 2 şervan li Zibyan ya Dêrazorê şehîd bûn.

Her wiha şervanekî me li Hesekê û yek jî di êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Minbicê de şehîd bûn.

QSD destnîşan kir ku ev êriş wê bê bersiv nemînin û wê tola şehîdan hilînin.

Dawiyê QSD sersaxî ji Malbatên şehîdan û gelê herêmê re xwest û soza pêkanîna armancên şehîdan da

Li gorî navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Navê tevgerî: Mixwar
Nav û paşnav:Elî Hesan Ehmed
Navê dayikê:Edole
Navê bav: Hesan
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hiwêce Elawî/1996
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-09.02.2024

Navê tevgerî: Çekdar
Nav û paşnav: Ebdullah Mûsa El Ebdullah
Navê dayikê: Sûriye
Navê bav: Mûsa
Cih û dîroka jidayikbûnê: Tebqa/2003
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn Şeife-09.02.2024

Navê tevgerî: Kara
Nav û paşnav: Udey Beşîr El Fethî
Navê dayikê: Malke
Navê bav: Beşîr
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor-Seilo/2004
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn Şeife-09.02.2024

Navê tevgerî: Şerabî Hesekê
Nav û paşnav: Udey Selman El Îbrahîm
Navê dayikê: Besme
Navê bav: Selman
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê-Xişman/2006
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn Şeife-09.02.2024

Navê tevgerî: Seqir
Nav û paşnav: Hewaş Cemîl El Casim
Navê dayikê: Emşe
Navê bav: Cemîl
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor-El Mohesen/1963
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn Şeife-09.02.2024

Navê tevgerî: Send
Nav û paşnav: Xalid Mihemed El Mirî
Navê dayikê: Selwa
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Tebqa/2000
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn Şeife-09.02.2024

Nasnav: Şers
Nav û Paşnav: Ebdulqadir El Esed
Navê Dayikê: Nûriye
Navê Bav: Receb
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Dêrazor, 1995
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor-Zibyan, 11`ê Sibatê 2024

Nasnav: Nemrûd
Nav û Paşnav: Miwefeq Sewadî Xiêf
Navê Dayikê: Necme
Navê Bav: Sewadî
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Hesekê, 2001
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor-Zibyan, 1`ê Sibatê 2024

Nasnav: Essaf Hesekê
Nav û Paşnav: Essaf Xelîl El Hesîno
Navê Dayikê: Cewhera
Navê Bav: Xelîl
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Hesekê, 2003
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 10`ê Sibatê 2024

Back to top button