Gelê Şengalê 4’ê Nîsanê pîroz kirin: Ev rojbûna me ye

Li Mexmûr, Şengal û Binarê Qendîlê jî rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin.
Tevgera Azadî jî bi daxuyaniyekê rojbûna Rêber Apo pîroz kir û banga bilindkirina têkoşînê kir.

Bi heman boneyê li Şengalê jî şahî hate lidarxistin.

Êzidî û Erebên Şengalê bi pêşengiya TAJÊ rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.

dinek detay

Di pîrozbahiyê de hate gotin, 4’ê Nîsanê di heman demê de roja aşitî, aramiyê ye.

Li binarê Qendîlê 75 gul li ser gorên şehîdan hatin çandin

Li binarê Qendîlê jî 75 gul li ser gorên şehîdên li Binarê Qendîlê hatin çandin û hate gotin:

“Divê ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo, hîn zêdetir hewldan bên kirin.”

4’ê Nîsanê li Kerkûkê bi danîna şitlan hat pîrozkirin

Li Kerkûkê jî bi heman boneyê şitil hatin danîn.

Beşdarên çalakiyê diyar kirin ku ew ê heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Li Kelarê rojbûna Rêber Ocalan bi çandina şitilên daran hat pîrokirin

Li bajarokê Kelarê yê navenda Îdareya Germiyan jî, ji bo pîrozkirina 4’ê Nîsanê şitilên daran li kolan û rex cadeyên navçeyê hat çandin.

Derbarê çalakiyê de Hevserokê Encûmena Germiyan ya Tevgera Azadî Herêm Mihemed axivî û got:

“Mijara ekolojî û jîngehê ji bo Rêber Ocalan gelek girînge.

Em jî weke şopînerên fikir, felsefe û têkoşîna Rêber Ocalan gelek girîngiyê didin jîngehê.”

Back to top button