Rûsya li ser şandina leşkeran bo Ukraynayê hişyarî da Fransayê

Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de ev demekê ji hêla siyasî û dîplomatîk ve didome.Du alî jî ji bo biserketina şer li gelek welatên cîhanê re hevdîtin û civînan pêk tînin.
Rûsyayê li ser şandina leşkeran bo Ukraynayê hişyarî da Fransayê û anî ziman ku dê ev yek ji Fransayê re pirsgirêkan derxe.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Aleksander Gruşko ragihand ku Moskow naxwaze bi welatekî NATO re bikeve nava pevçûnan, lê hemû kanalên diyalogê ji aliyê Washington û Brukselê ve hatine girtin.

Rûsya li ser şandina leşkeran bo Ukraynayê hişyarî da Fransayê.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu bi hempîşeyê xwe Sebastiyan Lekornu re bi telefonê axivî.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat ragihandin ku di hevdîtinê pirsgirêka Ukraynayê hatiye axaftin û wiha hat gotin,

“Der barê daxuyaniyên Qesra Elysee ya derbarê şandina leşkerên Fransayê ji bo Ûkraynayê de, Sergey Şoygu diyar kir ku eger ev di pratîkê de bên bicihanîn, ev yek wê ji Fransayê re pirsgirêkan derxe. ”

Rûsya: Danûstandina bi NATO’yê re di asta sifirê de ye

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Aleksander Gruşko ragihand ku Moskow naxwaze bi welatekî NATO re bikeve nava pevçûnan, lê hemû kanalên diyalogê ji aliyê Washington û Brukselê ve hatine girtin.

Grûşkoyê ku bi wesîleya 75’emîn salvegera NATO’yê daxuyanî da ajansa nûçeyan a dewletê ya Rûsyayê RIA’yê, diyar kir ku têkiliyên NATO û Rûsyayê “bi awayekî pêşbînîkirî û bi zanebûn” xera bûne.

Grushkoyê ku berê balyozê Rûsyayê yê NATO’yê bû wiha got:

“Gelo bloka leşkerî ji bo pevçûnek vekirî ya bi Rûsyayê re amade ye?

Divê em vê yekê ji endamên NATO’yê bipirsin.

Bi her awayî niyeta me ya bi vî rengî derbarê welatên endamên hevpeymaniyê de nîne.”

Lavrov: Plana aştiyê ya herî guncav a Çînê ye

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku Çînê ji bo çareserkirina krîza Ukraynayê heta niha plana herî maqûl a aştiyê pêşniyar kiriye.

Zêdetirî salek berê, Pekînê belgeyek ji 12 xalan pêşkêş kir ku prensîbên giştî yên ji bo bidawîkirina şer danîbû.

Pêşniyar wê demê hem li Rûsya û hem jî li Ukraynayê bi sar hate pêşwazî kirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî diyar dike ku Çîn xwe wekî welatekî aştiyane nîşan dide, lê “çîroka derew” ya Rûsyayê nîşan dide û dagirkeriya wê şermezar nake.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a dewletê RIA’yê Lavrov got:

“Ji bo me ya herî girîng ew e ku belgeya Çînê li ser bingeha analîzkirina sedemên tiştên diqewimin û hewcedariya ji holê rakirina van sedemên bingehîn e.

Ji giştî heta taybet bi mantiqekê hatiye avakirin.”

Ukrayna yek ji mezintirîn êrîşên bi drone li ser axa Rûsya pêk anî

Back to top button