Artêşa Israîlê êrişî peytexta Sûrî Şamê kir. Di êrişê de 2 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.
Ajansa SANA’ a hikûmeta Şamê ragihand ku Şevê din Israîlê ji Colan bi moşekan êrişê hin xalên hêzên hikûmetê yên li derdora Şamê kir.
Pergala parastina ezmanî a Sûriyê hin moşek anî xwarê, lê rê li ber êrişê negirt.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê li ser mijarê axivî û diyar kir ku Israîlê di êrişa xwe de nuqeteyên çekdarên Îranê yên li başûrê Şamê kir hedef.
Wezareta Derve ya Sûriyê jî êrişa Israîlê şermezar kir û diyar kir ku heta sînorek ji êrişên Îsralê neyê dayîn aramî û ewlehî li welêt nayê pêkanîn.
Li Derayê çekdaran êrişî malên leşkerên hikûmetê kirin
Çavdêriya Sûrî da zanîn ku li bajarokê Mehca yê Derayê çekdarên nenas êrişî 2 malan kirin.
Malên hatine hedefgirtin yên leşkerên hikûmeta Şamê ne.
Derbarê encama êrişê hîn agahî nehatine bidestxistin.