Bê destûra Iraqê ji Tirkiyê re petrol nayê firotin

Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê ya Odeya Bazirganiya Navneteweyî biryar da ku bê hikûmeta Iraqê petrol ji bo Tirkiye neyê firotin. 

Dadgeha Navneteweyî ku Tirkiyê ji ber derqanûnî petrola Iraqê bi rêka hikûmeta Başûr kiribû, ev çend sale bikartîne cezakir.

Dadgehê diyar kir ku divê hemû petrola Iraq û başûrê Kurdistanê bi rêya Şîrketa Firotina Petrolê ya Dewleta Iraqê-SOMO’yê were firotin.

Derbarê biryarê de Endamê Lijneya Neft û Gazê ya Parlamentoya Iraqê Elî Tukî wiha got:

“Biryara Dadgehê li beramberî hikûmeta başûrê Kurdistanê derbeyek kujer bû.

Ew kiryara Tirkiyeyê binpêkirina peymana du alî bû.

Iraq bi qasî 3 milyar dolar ji Tirkiyeyê tezmînat werbigire.

Niha Iraqê milyarek û nîv dolar ji Tirkiyeyê daxwaz kiriye.”

Pisporê Yasayî Elî Temîmî jî derbarê heman mijarê ev yek anî ziman:

“Iraq ne mecbûre ti tezmînatek darayî bide Tirkiyeyê, her wiha Tirkiye tometên di vî warî de red dike.

Ev çend salin Tirkiye nefta başûrê Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhan hinarde dike”

Kargehên Neftê yên li heremên Başûr li ber rawestandinê ne

Back to top button