Kargehên Neftê yên li heremên Başûr li ber rawestandinê ne

Piştî biryara Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê a Parîsê ya têkildarî ragirtina Nefta Herêmê ya ji bo Tirkiyê, kargehên Neftê yên li heremê hêdî hêdî radiwestin.
Kompanya neftê a bi vanê DNO ya Norwêcî ku li Herêma Başûr kar dike, ragihand ku ew bi awayek demkî karê berhemanîna neftê li Herêma Kurdistanê disekinînin.

Dewleta Tirk di salên 2014-2018’an de bi rêka PDK’ê nefta herema Başûr bi dizî difiroşt.

Li ser vê yekê Iraqê li dijî vê kirina Tirkiyê doz vekiribû.

Di 25′ Adarê de jî doz bi serkeftî bi dawî bibû.

Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê a Parîsê ya biryar da ku Dewleta Tirk 1.4 milyar dolar tazmînat bide Iraqê.

Her wiha dadgehê ragihand nabe êdî hikûmeta Başûr petrolê bifroşe Tirkiyê.

Piştî van biryaran, kargehên neftê yên li herêmên Başûr li ber rawestandinê ne.

Kompanya Neftê ya DNO a Norwecî karê xwe li Başûrê Kurdistanê sekinand

Kompanya DNO ya Norwêcî ku li Herêma Başûr di warê derxistin û hinardekirina neft û gazê de kar dike, ragihand ku ew bi awayek demkî karê berhemanîna neftê li Herêmê disekinînin.

Di beşek din a daxuyaniya Kompanya DNO de tê gotin ku wan ji şevê din ve berhemanîna neftê li bîrên petrolê yên Herêma Kurdistanê ragirtiye.

Kompanya DNO li bîrên neftê yên Tawkê û Pêşkebîr rojane 107 hezar bermîl neft derdixist.

Ev jî dike ji sedî 25’ê nefta ku ji Herêma Başûr dibin navê aboriya serbixwe de ji bo bazara cîhanê di hat firotin.

Tirkiye: Iraq jî dê tazmînatê bide

Duh der barê pêvajoya dozê de ji Tirkiyê daxuyaniyek hat dayîn.

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ragihand ku di dosyeya navborî de, dadgeha hakemê tenê yek ji 5 daxwazên Iraqê qebûl kiriye û 4 ji wan jî red kiriye.

Wezaretê ku got;

“Bi qebûlkirina piraniya daxwazên welatê me, ferman da Iraqê ku ji ber van binpêkirinan tezmînat bide Tirkiyê.”

Back to top button