Li Kobanê ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê semînerek hat lidarxistin

Kongreya Netewyî ya Kurdistanê bi hevkariya Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê ji bo lozanek din bi serê kurdan nebe li Kobanê semînerek li darixist. Beşdaran diyar kirin ku ewê destkeftiyên xwe biparêzin û li pêş planên lozanan nû bi sekinin.

Li Kobanê bi dirûşmeya “Bi hevre parastina deskeftinên Kurdistanê bi dest bixin û na ji tu lozanên din re” semînerek hat lidarxistin.

Di destpêkê de dîrokên bûyerên ku di meha Adarê de qewimîn hatin xwendin.

Rêvebirê kongreya KNK Ekrem Hiso di vekirina semînerê, bi dîroka avakirina partiyên kurdî û rewşa ku rojava di nav şoreşê de derbas bûyî, şirove kir.

Paşê endamê Koftoyoya Kurdî Kurdî Salih Keto axivî û rewşa siyasî ku rojava têre derbas dibe nirxand.

Her wiha Hevserokê Zangîngeha Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd El-Îlah Mistefa axivî û behsa zehmetiyên li pêş deskeftiyên Kurdistanê û lihevkirina lozanên kir.

Ebd El-Îlah Mistefa da zanîn ku ew ê li hemberî hemû pilanên lozana nû bisekinin.

Semîner bi nîqaşên siyasî û dîrokî îro bi dawî bibe.

Back to top button