Banga rawestandina komployên li dijî Şengaliyan hat kirin

Bertekên li dijî peymana dagirkirina Şengalê roj bi roj zêde dibin.
Meclisa Malbatên Şehîdan yên Dêrik, Girkê Legê û Dirbêsiyê bi daxuyaniyan piştgiriya civaka Êzidî kirin û planên li ser Şengalê şermezar kirin.
Hêzên Parastina Civakî ya Tirbespiyê jî bi daxuyaniyekê banga rawestandina komployên li dijî gelê Şengalê kir.

Bertek û nerazîbûnên şêniyên bakur û rojhilatê Sûrî li hemberî peymana di navbera hikumeta Iraqê û PDK’ê de ya li dijî Şengalê dewam dikin.

Di vê derbarê de Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrik, Girkê Legê û Dirbêsiyê jî daxuyanî dan.

Di daxuyaniyan de hat diyar kirin ku Şengalî hîna jî êş, zilm û fermanên ku li dijî wan dihatin kirin, xilas nebûne.

Her wiha hat diyar kirin ku armanca peymana di navbera PDK’ê û hikûmeta Iraqê de şikandina vîna gelê Şengalê ye.

Ev lihevkirin komployek e ku îstixbarata Tirkiyê plan kiriye.

Hat diyar kirin ku divê hêzên siyasî yên Kurdistanê erkên xwe yên dîrokî pêk bînin, rê nedin ku rewşa li Şengalê dijwartir bibe.

Her wiha bang li hezkiriyên mirovahiyê û rêxistinên navneteweyî û hiqûqî hate kirin ku alîkariya şêniyên Şengalê bikin.

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo jî bi heman armancê, Hêzên Parastina Civakî daxuyaniyek da.

HPC’ê tekez kir ku ew li kêleka civaka êzidî ne û banga rawestandina komployên li dijî gelê Şengalê û piştgirîdayîna Rêveberiya Xweseriya Şengalê, kir.

Back to top button