Hesekê-Hêzên Asayişê 2 bazirganên madeyên narkotîkê girtin

Hêzên Asayişê yên dijî Madeyên narkotîkê li bajarê Hesekê bi ser cihekî bazirganên madeyên narkotîkê de girtin.
Di encamê de 2 bazirgan û belavkarên van madeyan girtin.

Têkildarî mijarê hêzên asayişê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin.

10’ê çileyê li bajarê Hesekê, di çarçoveya têkbirina nexwaşiya madeyên narkotîkê û rêgirtina li belavbûna wê, hêzên me yên dijî madeyên narkotîkê bi ser cihekî barzirganan de girtin.

Di encamê de 2 bazirgan û belavkarên van madeyan hatin girtin.

Her weha miqdarek ji madeyên narkotîkê bi wan re hatin desteserkirin.

Ev serdegirtin piştî demekê ji şopandinê pêk hat.

Hêzên Asayişê diyar kir ku ew kes di lêpirsînê de li xwe mukir hatine ku li bajarê Hesekê firotin û belavkirina madeyên narkoktîkê kirin e.

Hêzên Asayişê dawiyê soz da ku ewê xebatên xwe yên şopnadina bikarhêner û bazirganên madeyên narkotîkê bişopînin û ji bo ewlehiya gelê xwe nesekinin.

Back to top button