Nîhad Ehmed: Dewleta Tirk tevî rêbazên din li dijî herêmê şerê avê jî dike

Nerazîbûnên li dijî dewleta Tirk ku ava Çemê Feratê kêmkiriye zêde dibin.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk tevî rêbazên din li dijî gelê herêmê şerê avê jî dike.
Ehmed bang li rêxistinên mirovî yên cîhanê kir ku li hember vê yekê bê helwest nemînin.

kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve ji destpêka salê ve didome.

Vê yekê bi awayekî neyînî bandor li jiyana bi milyonan welatiyên Sûriyê û Iraqê kir.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî jî di nava karesateke mirovî de dijî, li beramberî vê yekê jî civaka navneteweyî bê deng e.

Têkildarî mijarê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed ji ANHA’yê re axivî.

Nîhad Ehmed anî ziman ku dewleta Tirk bi van kiryarên xwe dixwaze gelê Kurd li her derê qir bike û tune bike.

Nîhad Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk di warê leşkerî de nikarîbû Rêveberiya Xweser bixe, vê carê berê xwe daye avê.

Nîhad Ehmed eşkere kir ku dewleta Tirk bi kêmkirina avê re hemû yasayên navneteweyî binpê dike û got,

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed di dawiya axaftina xwe de ev bang kir,

Back to top button