Siyasetmedar Seîd Mutelebî: Gelê Iraqê artêşa Tirk weke dagirker dibîne

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û Iraqê her ku diçe nerazîbûn zêdetir dibe. Siyasetmedarê û şîrovekarên siyasî yên Iraqê diyar kirin ku armanca dewleta Tirk dagirkeriye, lewma lazime herkes li dijî vê xwedî helwest be.

Siyasetmedarê Iraqê Seîd Mutelebî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser serweriya Iraqê û Herêma Kurdistanê ji Rojnews’ê re axivî.

Seîd Mutelebî bang li Parlamentoya Iraqê kir ku dosya binpêkirn û êrişên dewleta Tirk ên li dijî serweriya Iraqê nîqaş bike û wiha got: “Lazime davî li binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker were anîn.

Divê parlamentoya Iraqê dosya êrişên Tirkiyê bixe bernameya karê xwe.

Ji ber ku gelê Iraqê hebûna hêzên Tirkiyê yên di nava Iraqê de red dike û Artêşa Tirk weke dagirker û hewldanî dijminkarî dibîne.”

Di dawî de siyasetmedarê Iraqê Seîd Mutelebî destnîşan kir ku Tirkiye hem çekên qedexekirî bikar tîne hem jî rojane êrişî dike li ser herêmên cuda yên axa Iraqê û ev yek nayê qebûl kirin.

Besam Qezwînî: Tirkiye krîza xwe ya hundirîn derbasî welatên cîran dike

Şirovekarê siyasî yê Iraqê Besam Qezwînî jî têkildarî heman mijarê ji Rojnews’ê re axivî û diyar kir ku Erdogan niha ji PKK’ê ditirese bi taybet ji xwepêşandan û meşên li Ewropa.

Besan Qezwînî diyar kir ku Tirkiye ji bo serkeftina hilbijartinê krîza xwe ya hundirîn derbasî welatên cîran dike û wiha got:

“Dibe ku Erdogan di hilbijartinê de serkeftinê bi dest nexe, lewma krîzan çêdike û gefê li ewlehiya Iraqê dixwe û êrişên xwe dijwar dike.”

Back to top button