Li Sûriyê rewşa aborî zehmetir dibe

Welatiyên Sûriyê ji ber bihabûna kel û pelan û kêmbûna mûçeyan di peydakirina debara xwe ya rojê de, zehmetiyan dikşînin. Hikûmeta Şamê jî, ji bedêla guh bide gel û çareseriyekê bibîne, dev ji siyaseta xwe ya gendelî û dizîna perê xelkê derneda ye.

Di xwetekî de ku hikumeta Şamê amedekariyên xwe ji bo tevlîbûna li lûtkeya Erebî dike, li herêmên Sûriyê aloziyên jiyanî girantir dibin.

Li Sûriyê bi giştî û bi taybet li herêmên hikumeta Şamê, rewşeke aborî ya gelekî xerab serdest e.

Leyreya Sûrî li hemberî dolarê Amerîkî nirxê xwe winda dike û her dolarek zêdetirî 9 hezar leyre dike.

Bi bilindbûna dolar, madeyên Sotemenî, xwarin û derman jî bûhatir dibin.

Li herêmên hikumeta Şamê aloziya sotemeniyê

Li paytexta Sûriye Şamê li kêleka aloziya veguhastinê ya dijwar, aloziya sotmeniyê jî careke din zêde dibe.

Ajokarên erebeyan ji bo dagirtina erebeyên xwe bi saetan li ber stasyonên sotemeniyê disekinin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, sotemenî têra ajokaran nake ji ber wê jî bi pereyên zêde li sûka reş dikirin.

Bi vê yekê, mesrefên ango nirxên veguhastinê jî bilindtir dibin û welatî zirarê dibînin.

Şêniyên herêmên hikûmeta Şamê li ser rewşa heyî gazinan dikin

Şêniyên li Herêmên Hikûmeta Şamê di nava aloziyeke aborî û jiyanî ya zehmet de dijîn..

Welatiyên Sûrî di peydakirina dabara jiyana xwe ya rojane de gelek zehmetiyan dikişînin,

Mûçeyên karmendên hikumeta Şamê mehane 150 hezarî derbas nakin, ev pere jî têra debara 2 rojan nake.

Xelk ji ber vê rewşê gazinan dikin û banga çareseriyekê dikin.

Hemwextî wê jî, hikumeta Şamê siyasetên xwe yên dizîna pereyên gel didomîne.

Li gorî raporeke Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya NY’ê û Bernameya Xurekê ya Cîhanî, di Hezîrana 2022’an de Sûriye ji 20 welatên cîhanê ye ku birçîbûn lê heye.

Sûriyê beşdarî civîna encûmena Aborî û Civakî ya Komkara Erebî bû

Back to top button