Dûran Kalkan: Civaka Kurd li dijî tecrîdê gelek bi hêrsin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tecrîda li dijî Rêber Apo, têkoşîna li dijî tecrîdê û hilbijartinên li Tirkyê nirxandin. Kalkan, anî ziman ku faşîzma li Tirkiyê wê li ser hemû kesan bibe xetere û diyar kir ku ji bo vê jî, divê têkoşîn bi rengekî piralî û afirîner were domandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameyeke taybet a Medya Haberê de tecrîda li dijî Rêber Apo û hilbijartinên li Tirkyê nirxand.

Kalkan di serî de berxwedana Îmraliyê a dîrokî silav kir, kişand ser têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û wiha got:

26 meh in agahî nehatine girtin. Ji ber vê gelek xem û fikar hene.

“Jin, ciwan û gelê me tevî dostên xwe li her dera dinyayê têkoşînê dimeşînin.

Ev têkoşîna wan gelekî girîng e. Divê em zêdetir bikin û fikrên Rêber Apo zêdetir belav bikin.

Hem têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berfireh dibe û hem jî tevlîbûna nava têkoşînê xurtir dibe.

Dûran Kalkan: Dixwazin Kurdan bixapînin

Kalkan balkişand ser aloziya li Tirkiyê û diyar kir ku pirskirêk bêyî Rêber Apo çareser nabin.

“Heta niha qet nehatiye rojevê ku wê doza Kurdan çawa were çareserkirin.

Kurdan wekî terorîst nîşan didin. Piştre ji gelê Kurd dixwazin ku tişta ew dixwazin bikin.

Di çarçoveya şerê taybet de li pey xapandin, dek û dolaban in. Ev helwestek bêexlaqî ye.

Dûran Kalkan helwesta civakî ya Gelê Kurd silav kir

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê dewama nirxandinên xwe behsa hilbijartinên li Tirkiyê jî kir.

Kalkan gelê welatparêz ku li ser esasê nêrîn û bangên rêveberiyê, xebatên hilbijartinê meşandin û dengê xwe dan silav kir û got:

Têkoşîna gel tevî hemû astengiyan jî di hilbijartinê de hat nîşan dan, Ev pîroze..

Vê hilbijartinê bi zelalî nîşan da ku di helwest û sekna gelê Kurd de ti guhertin nîne.

Tevî hemû zextan jî gelê Kurd bi biryardarî li ser daxwaza azadî, wekhevî û demokrasiyê ye.

Dûran Kalkan: Di nava Gelê Kurd de paşveçûn tune

Kalkan encamên hilbijartê a ku Tifaqa Ked û Azadiyê bi dest xistiye nirxand û ev tişt got.

“Tifaqa Ked û Azadiyê dibêjin em ê xwe rexne bikin. Divê bikin.

Bê guman, ev encam nikare wekî serkeftinekê were dîtin.

Di nav gelê Kurd de, bi asteke biçûk be jî, paşveçûn tune.

Gelê Kurd li dijî faşîzm, mêtingerî û qirkirinê ye. Ji bo azadî, wekhevî û biratiyê her cure berdêlan didin.

Divê her kes vî tiştî wisa bibîne û wisa qebûl bike.

Dûran Kalkan: Divê em têkoşîna topyekûn bimeşînin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku divê her kes rastiyê bibîne, rast fêhm bike û weha bi dawî kir: Divê em karibin têkoşîneke topyekûn bimeşînin ji vê zîhniyet û siyaseta jehrî a faşîzmê rizgar bibin

Back to top button