Ji bo Lûtkeya Erebî civînên amadekariyê dest pê kir

Piştî du rojan, li bajarê Ceda yê Erebistana Siûdî, lûtkeya serokên dewletên erebî tê lidarxistin.
Civînên amadekariyê yên ji bo lûtkeyê, ji aliyê şande û wezîrên welatên erebî ve dewam dikin.
Hikumeta Şamê jî piştî 12 salan beşdarî karên lûtkeyê dibe û wezîrê wê yê karên derve teqez kir ku Beşar El-Esed dê beşdarî lûtkeya erebî bibe.

Di çarçoveya amadekariyên lidarxistina lûtkeya Erebî de, wezîr û nûnerên welatên Erebî dest bi civînên berya lûtkeyê kir.

Lûtkeya Erebî dê roja înê 19’ê Gulanê, li bajarê Ceda yê Erebistana Siûdî were lidarxistin.

Lê beriya wê, şandeyên erebî, dosyayên ku dê rojeva lûtkeyê bin, nîqaş dikin.

Îro wezîrên karên derve yên welatên Erebî civiyan.

Wezîrên karên derve yên hikumeta Şamê û Libnanê teqezî li ser vegera penaberên Sûrî bo welatê xwe kir.

Wezîrê hikumeta Şamê Fêsel Miqdad, bang li hemû penaberên Sûrî kir ku vegerin welatê xwe.

Di nava vê hefteyê de, gelek civînên amadekar ji bo lûtkeyê pêk hatibûn, ji wan:

  • Civîna Komîteya Wezarî ya Çaralî ya şopandina pêşketinên dosyaya Îranê.
  • Civîna Komîteya Wezarî ya taybet bi şopandina destwerdanên dewleta Tirk li karûbarên dewletên Erebî.
  • Civîna Komîteya Wezarî ya taybet bi destekdayîna dewleta Filistînê.

Beşar Esed dê beşdarî lûtkeyê bibe

Hikumeta Şamê piştî 12 salan ji dûrxistinê, yekemîn car beşdarî karên lûtkeya Erebî dibe.

Serokê hikumeta Şamê Beşar Esed, ji bo beşdariya lûtkeyê, bi fermî ji aliyê şahê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdil-Ezîz ve, hat vexwendin.

Roja 7’ê vê Gulanê, Komkara welatên Erebî, biryara vegerandina hikumeta Esed li nav Komkarê, pejirand.

Şahê Siûdî Esed vedixwîne Lûtkeya Erebî

Back to top button