REJÎM CAREKE DIN NUQTEYÊN DEWLETA TIRK DIKE HEDF

Li Idlibê êdî rejîm û artêşa Tirk tên pêşberî hev.
Rejîma Sûrî piştî ku 3 caran nuqteyên dewleta Tirk a dagirker kirin hedef û di encam de leşkerekî tirk hat kuştin, duh careke din ev nuqte kirin hedef.
Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ragihand ku ger ne ji ber daxwaza Rûsiyayê ba wan wê bersivên hîn tundtir bidaya û careke din gef li hêzên rejîmê xwar.

Êrîşên rejîma Sûrî li dijî nuqteyên dewlta Tirk a agirker li Sûriyê her roj zêdetir dibin.

Piştî sê êrîşên giran li ser van nuqteyan ku di encam de leşkerekî Tirk hat kuştin û bêhtirî 6 an birîndar bûn, duh rejîmê careke din nuqteya li Şêr Mixar a dewleta Tirk kir hedef.

Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ragihand ku êrîş bi destwerdana Rûsiyayê hat rawestandin.

Dewleta Tirk dest nîşan kir ku ew bi cidî nêzîkî van êrîşan dibin û dê bêbersiv nemînin.

Lê tevî van gefan jî, heta niha dewleta Tirk tenê carekê bersiva van êrîşan daye.

Li aliyekî din Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku rejîma Sûrî bi dehên mûşekan gundewarê bakur rojavayê Hemayê kir hedef.

KOMÎTEYA LÊPIRSÎNÊ DER BARÊ BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMAWÎ DEST BI LÊPIRSÎNÊ DIKE

Her wiha der barê bikaranîna çekên kîmawî de Komîteya lêpirsînê ya Navdewletî ragihand ku wan dest bi xebatê lêpirsînê kirine.

Komîteyê diyar kir ku girûpa lêpirsînê piştî xebatên lêgerîn û lêpirsînê wê encaman ragihîne.

Beriya niha jî rejîma Sûrî rê nedabû girûpa lêpirsînê da ku derbasî Sûrî bibe.

Leave a Reply

Back to top button