CIWANAN LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK BANGA SEFERBERIYÊ KIRIN

Koordînasyona Komalên Ciwan li dijî êrîşên dagirkeriyda dewleta Tirk ya li herêma Bradostê banga seferberiya giştî li ciwanan kir.

https://rojnews.news/ku/kurdistan/ciwanan-li-diji-dagirkeriya-tirk-banga-seferberiye-kirin-32485

Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona Komalên Ciwan de hate ragihandin ku operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk ali herêma Bradostê li pêş çavên cîhanê didome.

Koordînasyonê di dewama daxuyaniya xwe de wiha got;

Dixwazin rehên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bibirin û Kurdistanê hîn bêhtir parçe bikin.

Rojeva sereke ya Komalên Ciwan ê ji niha û pê ve têkbirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûr be.

Ji bo vê yekê jî em ê hêza xwe seferber bikin.

Rojeva esasî ya karê rêxistinbûna me wê têkoşîn, çalakî û pêşengiya li dijî dagirkeriyê be.

Çawa ku ciwanên Kurdistanê yên leheng li Kobanê û Efrînê heta hucreyên xwe seferber bûn û pêşengî ji şer û çalakiyan re kirin roj heman roj e.

Di vê çarçoveyê de em bang li ciwanên Kurd ên li Bakur, Başûr, Mexmûr, Şengal, Rojava, Rojhilat û Ewropayê dikin ku bi serhildanê xaka xwe biparêzin û bi vê armancê seferber bibin.

Leave a Reply

Back to top button