Şahê Siûdî Esed vedixwîne Lûtkeya Erebî

Erebistana Siûdî vexwend-nameyeke fermî ji Beşar El-Esed re, ji bo beşdariya lûtkeya Erebî ya 19’ê Gulanê, şand.

Navenda Serokatiyê ya Sûriyê ragihand, vexwendname îro çarşemê ji aliyê Şahê Siûdiyê Selman Bin Ebdil-Ezîz ve hat şandin.

El-Esed sipasiya şahê Siûdî kir û got: “Lidarxistina lûtkeyê dê destekê bide karê hevbeş ê welatên Ereb ji bo pêkanîna hêviyên gelên Ereb.”

Erebistana Siûdî: Me xebatên xwe li Şamê ji nû ve da destpêkirin

Ji aliyekî din ve, Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî ragihand, ku şandeya wê ya dîplomasî ya li Sûriyê dê xebatên xwe ji nû ve dest pê bike.

Wezaretê destnîşan kir ku armanca vê biryarê pêkanîna aramiyê li herêmê û pêşxistina xebatên hevbeş ên erebî ye.

Wezaretê diyar kir ku domandina xebatên şandeya dîplomasî ya li Sûriyê wê li gor nirxên peymanên NY , Komkara Erebî û pîvanên navneteweyî bi rê ve biçin.

Vegera Sûriyê li Komkara Erebî hat pejirandin

Back to top button